Communist Party, Turkey (KP) released a statement for Newroz, calling the people to open a new sheet and celebrate a "new day". [EN] [KU]
For a new day of our people and socialism…
How would the Newroz be celebrated when AKP dictatorship and the Kurdish nationalism stake out their positions and ask everyone to choose their sides.
We are talking about the Newroz, which was introduced to all the neighbouring people and to humanity as a call for peace, by the Kurdish people’s struggle. The Newroz of 2016 came along with fear, despair and death. How would the words celebration and death come together?
Yet, there is the possibility to find a way, not to surrender this imposition. Or rather, today that possibility is a must.
Communist Party (KP) calls everyone who is on the side of fraternity and humanity through this only way out.
* * *
The Kurdish question is for certain a national question, an identity question; at the same time is a cultural question; a regional, geopolitical question and a labour question. As the two bombs in one month’s time reveal, it is a violence question… We could extend the list. Yet, what is more important then not to miss any particular point on this list is to pick the significant issue which defines the main question.
Picking the main issue would take us closer to the solution. On the other hand the liability of picking the wrong one would be too much. Wrong consents cause our people lose their lives in tens, hundreds.
Kurdish question is first of all is the labour question. The common ground of the Kurds as a nation is divided by classes and the question of the Kurdish labour is at the same time the question of other labouring classes with different languages yet sharing this same country.
We should start from this point. Turkish, Kurdish, Arabic, Armenian, Circadian, none of them benefit from one other’s being oppressed, denied identity, disparaged.
The other way round is correct though. The capitalist class, the imperialists and the fundamentalists benefit a lot from the divided labour, the working class not realizing their common interests.
One particular group of people with an identity humiliating the other one, letting and even supporting their being oppressed, is not the outcome of the antagonism between the identities but the result of the struggle of the classes. Anti-Kurdish Turks and anti-Turkish Kurds, they figure the divided working class, and each partition following their oppressors in our country.
We reject this. There is nothing to bother the Turkish working class about the Kurds using their language freely, experiencing their culture.
At the core of the equality conception, which the communists support, is the fraternity of the working class. The fraternity of the working class of each and every origin who have been drawn into hostility, into killing each other via nationalism!
* * *
Nationalist ways have been drained away by unrecoverable misery. The anti-Kurdish of the AKP dictatorship has proved itself with the razed Kurdish towns in the last months. The state terrorism means hostility to the Kurds, to the labour, to humanity. Our hearts and minds belong to that little dead bodies, who were kept in the deep freezers until the curfew ends, to the Kurdish people on whom bullets were spouted when walking their dead people to graveyard with white flags. The ones who try to fool us by naming this villainy as patriotism, are not only the enemies of the Kurds but also of all our country.
We have chosen our position on the side of fraternity, against the fascism of the AKP and the so-called opposition who already gave them unconditional support.
We also strongly reject the method of the Kurdish nationalism, “to return in kind”. Our hearts and minds belong to our brothers/sisters who were burned to death in that shuttle bus or that public coach. We wouldn't’t take the ones who name these massacres as part of the fight for freedom seriously.
We have chosen our position on the side of fraternity, against the blind violence of the Kurdish nationalism and its followers.
Wrong ways meeting at misery, is not a coincidence but inevitability.
Communists would not prefer one fallacy to another. There is no lesser evil for the communists. Communism itself is the ultimate right. We call all the labouring people from all origins to socialism which adapts the principles of equality, justice and emancipation.
* * *
We reject the way of the religious fundamentalism showing the common ground for Turks and Kurds as being the religion. Religion cannot develop fraternity between nations. How could the fundamentalists who humiliate women establish equality amongst nations? The ones who give death orders for the other sect can not build fraternity but only builds partnership in crime!
They said “we are all Muslims” a lot, and they could not proceed towards anywhere. We reject considering the religion being a key issue for any social problem.
Communists uphold for the exclusion of religion from political arena. Fraternity? We will first be secular! First we will leave the religion to inner conscience and then approach the social issues with our own principles.
* * *
We reject imperialism and the idea which suggests imperialist intervention may bring emancipation.
The people of Middle East are not medieval savages who are incapable of governing themselves. The people of our region have been divided by imperialism and made enemies of each other.
The fight amongst the Turkish and Kurdish nationalists and their hegemony is the competition for ingratiating themselves to imperialists. To strengthen their positions within coalitions with the US against each other, and this is about nothing but being compradors. Forming collaborations with imperialism, is, all aside, means leaving the idea of sovereignty. Who could they emancipate by leaving their destiny to others?
Calling the ones who have been ensanguining the world throughout history, to abolish the counter nationalists with the slogans of liberty; calling the NATO on duty; asking for international observers, in turn welcoming the Patriot missiles; allocating places for new military bases on the “revolutionized” land… Communism rejects these all. Communism is the alternative which adopts the principle of total disengagement with imperialism and struggling for independence.
* * *
Newroz, is the new day.
The conditions of walking through a new day exist for our people.
Communist Party is the one who adopts those conditions as principle. Communist Party is the party of the Turkish, Kurdish and all other working classes. Communist Party is the one who rejects fundamentalism, imperialism and capitalism.
Those should be the principles of Newroz as well.
Only then “the new day” becomes the day of peace and fraternity. Peace and fraternity are not rambling slogans but are the motto of struggle against war, exploitation, incorporators and blood politics. This struggle should be linked to socialism. Socialism is not just a pleasant dream. It is something urgent and tangible. We cannot stop our people being killed, our country bleed without socialism.
Communist Party calls all our labouring people to open a new sheet, to celebrate a new day in our sad country.
Ji bo roja nû ya gelên me û ya sosyalîzmê…
Newroz çawa tê pîrozkirin di vê rojê de ku dîktatoriya AKPê û netewereperestiya Kurd xwe li hev dikişînin û gaziya wan ew e ku her kesên din bibin ji aliyekî?
Em qala wê Newrozê dikin ku ew Newroz li gel têkoşîna gelê Kurd ji bo hemû gelên cîran û ji bo mirovahiyê wekî bangewaziya aştiyê bûye xelat. Newroza 2016an di rojên reşbîn de, di nav xof û mirinan de hat. Ka çawa peyvên cejn û mirinê tên li ba hev?
Dîtina rêyekê, qebûlnekirina vê xweferzkirinê dîsa jî gengaz e. Bi rastî, îro teqez gengaz e.
Ji bo derketina mecbûrî ya ji vê rêyê, Partiya Komunîst bang dike li her kesê/a ku xwe daye aliyê biratî û mirovahiyê.
* * *
Helbet pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke neteweyî ye, pirsgirêkeke nasnameyê ye; di heman demê de pirsgirêkeke çandî ye; pirsgirêkeke herêmî, pirsgirêkeke jeopolîtîk û pirsgirêkeke kedê ye. Pirsgirêkeke tundî ye ku ne tenê ji tundiya dewletê pêk tê, bombeyên ku di nav mehekê de du caran li Enqereyê teqiyan ev dan nîşan... Ku em bixwazin ev lîstê wê dirêjtir be. Lêbelê ji kêmnegirtina vê lîsteyê, ji jêderbasnebûna her unsûra pirsgirêka Kurd girîngtir tesbîtkirina mezinahiya pirsgirêkê ye.
Tesbîtkirinineke, bijartineke saxlem wê me bigihîne çareseriyê. Berpirsiyariya bijartineke xelet jî êdî pirr dijwar e. Bijartinên xelet li gel mirina bi dehan, bi sedan mirovên me bi dawî dibin.
Pirsgirêka Kurd berî her tiştî pirsgirêka kedê ye. Para hevbeş a ku Kurd wekî neteweyekê xwediyê wê ne, wekî sinifî dabeş bûye. Û pirsgirêka kedkarên Kurd di heman demê de pirsgirêka wan kedkarên din e ku zimanê wan cuda ne û ew vî welatî tev bi hev re parve dikin.
Divê destpêka me ev be. Tu kes bi tu awayî xêrê jê nabîne ku ha kedkarên Tirk, ha yên Kurd, ha yên Ereb, ha yên Ermenî û ha yên din zordestiyekê bibînin an jî nasnameya yekî were redkirin an jî yek were biçûkdîtin.
Hal ev e ku ev jî rast e. Bi saya jihevbelavbûna kedkaran, heta ku kedkar nizanibin menfeeta wan yek e, sinifa sermayeyê, emperyalîst û paşverû wê feydeyên mezin bibînin
Dema ku grûpeke nasnameyekê nasnameyeke din biçûk dibîne, dema ku deng nake ji bo zordestiya li ser wê nasnameyê an jî dema ku piştgirî dide vê zordestiyê ev nabe reqabeta di nav nasnameyan de; ev dibe berhema berxwedana di nav sinifan de. Tirkên dijminê Kurdan û Kurdên dijminê Tirkan jihevbelavbûna sinifa karkeran, lipeyçûyîna serdestên xwe temsîl dikin.
Em vê qebûl nakin. Kedkarên Tirk rencide nake ku Kurd an jî yên din bi zimanê xwe yê zikmakî serbest bi kar bînin û çanda xwe pêşve bixin.
Di ‘eslê fehmberiya wekhev ya ku Komunîst lê xwedî derdikevin de biratiya karkeran heye. Biratiya sinifan ya kedkarên bi rêya neteweperestiyê ji hev re bûne dijmin, ya kedkarên ji her kokê ku ew ji bo qetla hevdu hatine dehfdan.
* * *
Rêyên neteweperestî bi êşên bêeman qediyan. Dijmindîtina Kurdan ya dîktatoriya AKPê bi tenê di mehên dawî de bi hilweşandina gelek bajar û taxên Kurdan bi dawî bû. Terora dewletê dijminîya Kurdan e, dijminîya kedê ye, dijminiya mirovahiyê ye. Dil û hişê me li ba wan bedenên biçûçik e ku ew heta rabûna qedexekirina derketina derve û li dar xistina torena cenazeyê di qeşemdankê de hatin sekinandin, dil û hişê me li ban wan Kurdan e ku wan dema ku ala spî li ba dikirin û pê re cenaze dibirin rastî gulleyan hatin. Yên ku vê adîtiyê wekî parastina welêt nîşan didin û wiha dixwazin bixapînin, ne bi tenê dijminên Kurdan in; ew dijminê hemû welatê me ne.
Aliyê me yê biratiyê ye li hemberî faşîzma AKPê û li hemberî muxalîfên qestî yên ku îlan dikin ku destûr dane AKPê.
Em metoda neteweperestiya Kurd a “we çi kir em ê jî bikin” bi baldarî red dikin. Dil û hişê me li ba wan birayên me ye ku ew di ‘erebeya servîsê de an jî di otobûsa şaredariyê de şewitîn û mirin.
Em wê îdiaya temsîlkirina gelê Kurd ya wan kesên ku van qetlan wekî berxwedana azadiyê nîşan didin cidî nabînin.
Aliyê me yê biratiyê ye li hemberî neteweperestiya Kurd, li hemberî tundiya kor ya kesên ku li pey neteweperweriya Kurd çûne.
Bi êşê dawîbûna rêyên şaş ne tesadifek e. Ev teqeziyek e.
Komunîst xeletiyekê tercîh nakin li hemberî xeletiyeke din. Di zimanê Komunîstan de “ehvenîşher”, başê xiraban tune. Komunîzm bi tena serê xwe vebijêrkek e. Em li hemû gelê xwe yê karker gazî dikin ji bo sosyalîzma ku rêgeza wê wekhevî ye, dad e, azadî ye.
* * *
Em qebûl nakin ku paşverûtiya olî hevpariya Tirk û Kurdan wekî biratiya olî dide nîşan. Ol nikare neteweyên cuda bike bira. Paşverûyên ku jinan biçûk dibînin wê çawa bikaribin di nav neteweyan de wekheviyê çê bikin? Yên ku qetla mezhebên din dikin wacib, ne biratiyê, encax wê bikaribin hevpariya sûcan çê bikin!
Gotina “Em gişk Misilman in” pirr hate gotin û bi vê gotinê tu tişt bi dest neket. Em qebûl nakin ku dikin ku ol bibe çareseriya pirsgirêkeke civakî.
Komunîst dixwazin ku ol bi temamî ji siyasetê bi dûr bimîne. Biratî? Pêşiyê em bibin laîk! Pêşiyê em ê olê bihêlin ji wijdanan re û em ê bi rêgezên xwe li pirsgirêkan binihêrin.
* * *
Em emperyalîzmê, em fikra wê bi mudaxaleya emperyalîzman azadî bê qebûl nakin.
Gelên Rojhilata Navîn ne ew gel e ku di Çaxa Navîn de maye û ne ew gel e ku wehşî ye û xwe nikare îdare bike. Gelên herêma me ji hêla emperyalîzmê ve tê jihevqetandin û yek ji bo yekî din tê dijminkirin.
Berxwedana di nav neteweperestên Tirk û Kurd û ya di nav serdestên wan de pêşbirka feydedayîna emperyalîzmê ye. Cihê xwe yê di nav koalîsyona Amerîkan de li hemberî yekî din bi hêz kirin hevkarî ye. Bi emperzalîzmê ve hevkarî, berî her tiştî, terkkirina îdiaya desthilatdariyê ye. Yê ku qedera xwe dide destê yekî din ka kê dikare azad bike?
Gazîkirina yên ku di hemû dîroka xwe de xwîn belav kirine li dinyayê, car caran gazîkirina NATOyê, car caran xwestina çavdêrê navneteweyî, car caran ji bo moşekên Patrîot pişt bûn, car caran terxankirina ‘erdan ji bo baregehên nû… Komunîzm redkirina van e. Komunîzm vebijêrkeke din e ku rêgeza wê serxwebûn e û xilasbûna têkiliya bi emperyalîzmê ve ye.
* * *
Newroz roja nû ye.
Ji bo gelên me mercên ber bi rojeke nû ve çûyînê hene.
Partiya Komunîst, partiya wan kesan e ku ew kes wan mercan ji bo xwe kirine rêgez. Partiya Komunîst, partiya kedkarên Tirk, ya yên Kurd û ya yên din e. Partiya Komunîst ew partî ye ku paşverûtiyê, emperyalîzmê û sermayeyê qebûl nake.
Mecbûr e ku rêgezên Newrozê jî ev bin.
Ku wiha bibe roja nû aştî û biratî ye. Aştî û biratî dirûşmên ji rêzê nîn e, berxwedanek e li hemberî kedxwarî, şer, xwepêxweşkirin û siyaseta li ser xwîna avakirî. Ev berxwedan mecbûr e ku bi sosyalîzmê ve xwe girê bide. Sosyalîzm ne xewnek e. Pirr zêde acîl e, berbiçav e. Dema ku sosyalîzm tune be em nikarin mirina mirovên xwe, xwînbûna welatê xwe bidin sekinandin.
Partiya Komunîst, gazî li hemû gelê me yê kedkar dike ku li vî welatê me yê bi jan rûpeleke nû veke, rojeke nû pîroz bike.